"Kesên ku stoqkariyê dikin wê bedeleke giran bidin"

Serok Erdogan: "Kesên ku stoqkariyê dikin, wê bedeleke giran bidin. Lewra kesên ku vê tînin serê welatiyên me em nikarin jê ra bêjin 'Keremke bidomîne'."

"Kesên ku stoqkariyê dikin wê bedeleke giran bidin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku li Qeterê beşdarî Civîna 7em a Komîteya Stratejiya Pêşketî ya Tirkiye û Qeterê bibe, çû Qeterê û beriya ku biçe jî li Balafirgeha Ataturkê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê.

Serok Erdogan li ser tesîsa ewil a Tirkiyeyê ya Îzabeya çînkoyê ku roja şemiyê li Herêma Sanayiya Organîze ya Sêrtê vebû, sekinî û wiha xeberda:

"Wê di destpêkê da salê 50 hezar ton hilberînê bike, paşê bi zêdetir veberhênanan va kapasîte wê pêşiyê derkeve 120 hezar tonî, paşê derkeve 250 hezar tonî. Ev tesîs wê nîvê pêdiviya Tirkiyeyê ya çînkoyê jî pêk bîne. Piştî ku fabirqeyên qurşûn, zîv û sulfurîkê vebin, li Sêrtê bi tevahî 7 hezar û 500 welatiyên me wê werin îstixdamkirin. Di sala 2023yan da berdêla vê veberhênanê wê derkeve 500 milyon dolarî. Her ku siya tarî ya terorê li ser herêma me ya Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê radibe, înşellah veberhênanên bi vî rengî wê zêdetir bibe. Kesên ku bi şaxên siyasî yên rêxistina cihêkar ra tevkariyê dikin, veberhênanên Qeterê hezim nakin. Ev di eslê xwe da ji veberhênanên ku li Tirkiyeyê tên kirin aciz dibin, ji veberhênan, îstixdam, hilberîn, îxracat û pêşketina aboriya Tirkiyeyê aciz dibin."

Erdogan li ser têkiliyên Tirkiye û Qeterê sekinî û wisa axivî: "Van salên dawîn têkiliyên me pêş ketin û înşellah ji vir û şûnda jî wê baştir dewam bikin. Bihayê karên ku li Qeterê dane karsazên Tirk dora 15 milyar dolarî ye."

Serok Erdogan daxuyand ku ew dixwazin bi welatên Kendavê ra têkiliyan xurt bikin û wiha dewam kir: "Digel Qeterê em hewl didin ku bi welatên din ên li Kendavê ra jî têkiliyên xwe xurt bikin. Em kêfxweş dibin ku li herêma Kendavê seba cardin vekirina deriyên diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan hewildanên dîplomatîk tên meşandin. Wekî Tirkiye em dixwazin ku bi hemû welatên Kendavê ra têkilî û piştevaniya xwe xurt bikin û bidomînin."

Erdogan li ser berkeda kêmtirîn jî sekinî û wiha dewam kir: "Em ê teqez karkerên xwe nexin tengasiyê. Ji bo berkeda kêmtirîn jî înşellah em ê ya herî guncaw, ya herî îdeal hem ji aliyê brutê hem ji aliyê netê va binirxînin û biryara xwe ya dawîn bidin. Ne tenê karker, divê karsaz jî ji biryara ku wê were dayîn qayîl bibin û kêfxweş bibin."

Erdogan bal kişand ser mijara stoqkariyê û wiha axivî: "Bi taybetî mijara ku ez herî zêde pê aciz dibim stoqkarî ye. Cezayê ku vê gavê tê dayîn pir kêm e. Min ji Mehmet (Muş) Beg ra got, amadehiya xwe bikin em vê mueyîdeyê wisa zêde bikim ku ew pê aciz bibin. Kesên ku stoqkariyê dikin wê bedeleke giran bidin. Lewra kesên ku vê tînin serê welatiyên me em nikarin jê ra bêjin 'Keremke bidomîne'."

Erdogan li ser êrîşa ku li Qibrîsa Başûr a Aliyê Rûm li dijî Mizgefta Mezin a Larnakayê hat kirin jî sekinî û got ku ev operasyona Qibrîsa Başûr wê bê bersiv nemîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE