"Kesên mecrayên înternetê diemilînin di mijara sûcan da layusel nînin"

Serok Erdogan got, "Kesên mecrayên înternetê diemilînin di mijara sûcan da layusel nînin"

"Kesên mecrayên înternetê diemilînin di mijara sûcan da layusel nînin"

Serok Erdogan: "(Aborî) Daneyên ewil yên der barê meha Hezîranê da hêvî didin. Bêguman bi meha Tîrmehê ra em ê bikevin nav pêşketineke hê mezintir."

"Xwedê bike nesîb dawiya meha Tebaxê em ê ji ciyê ku mane cardin dest bi çêkirina kongreyên xwe bikin."

 "Esas li welatê me tu kes li hemberî AK Partî û xizmetên wê nîne. Mixalifên mezin jî her çiqas eşkere nekin jî di nav xwe da serkeftinên AK Partiyê teqdîr dikin."

"Di heyama şewbê da kesên ku guhê xwe ji hewara welatiyên xwe ra girtin heqê wan tuneye ku pirsa helwesta Tirkiyeyê bikin."

 "Di serî da Ewropa 2020a ku li hemû dinyayê wek saleke xerab tê dîtin înşellah em ê careke din bi rêjeyeke mezinbûnê ku wê her kesî şaş û metel bihêle temam bikin".

Erdogan: "Divê ji bona van mecrayên ku derew, êrîşên dijî şexsan û qestên îtibarê tên kirin pergalek bê danîn û bên tekûzkirin."

 "Em ê dev ji xebîsên ku bi rêya dergûşekê êrîşî malbatekê û nirxên ku temsîl dikin, dikin bernedin."

"Ev mecra bi vî gelî û bi vê dewletê nakevin. Em dixwazin mecrayên medyaya civakî yên bi vî awayî bi temamî bên rakirin û bên kontrolkirin."

 "Kesên mecrayên înternetê diemilînin di mijara sûcan da layusel nînin."

 "Em biryardar in ku li welatê me înternet û mecrayên medyaya civakî demildest mixatabiya malî û hiqûqî tesîs bikin û ji destê me çi were em ê bikin."

 "Piştî ku guherîna hiqûqî temam bû tevî mueyîdeyên astengkirinê û mueyîdeyên edlî û malî em ê her cure rêbazan bikin dewrê."

"Tirkiye komareke mûzê nîne. Kesên saziyên îdarî û edlî yên vî welatî pêpes bikin em ê jî wan pêpes bikin."

 "Rêgeza dewleta hiqûqê şertê sereke yê demokrasiyê ye. Heger em di vî warî da çi hewce dike nekin esas wê çaxê em ê li dijî demokrasî û hiqûqê hereket bikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE