"Kesên propagandaya dijber kirin careke din mehcûb bûn"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê Herekata Kaniya Aştiyê da wiha got: "Wexta ev operasyon dest pê kir kesên ku digotin hûn hêzeke dagirker in û propagandaya dijber kirin careke din mehcûb bûn."

"Kesên propagandaya dijber kirin careke din mehcûb bûn"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê Herekata Kaniya Aştiyê da wiha got: "Wexta ev operasyon dest pê kir kesên ku digotin hûn hêzeke dagirker in û propagandaya dijber kirin careke din mehcûb bûn."

Çelik li Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê Herekata Kaniya Aştiyê da got ku wexta ev operasyon dest pê kir kesên ku digotin hûn hêzeke dagirker in û propagandaya dijber kirin careke din mehcûb bûn.

Çelik der barê Mutabaqata Soçiyê da diyar kir ku merhaleya dawîn ya hedefên stratejîk yên Herekata Kaniya Aştiyê teşkîl dike û wiha got: "Bi vê merhaleyê li ser axa Sûriyeyê organîzasyona ku ji bona ewlehiya me ya neteweyî gef bû û rojevên cihêxwaz ji holê hatin rakirin."

Berdevkê AK Partiyê Çelik diyar kir wexta Tirkiye serkeftinekê bi dest dixe beriya hin derdorên li dinyayê xebatên sabotajê bi destê Serokatiya Giştî ya CHPyê tên kirin û wiha axivî: "Kesên bi gotinên xwe rêxistinên terorê meşrû dikirin heger behsa namûsa siyasî dikin beriya her tiştî divê ji bo van gotinan xwe rexne bikin."

Çelik der barê endamên DEAŞê yên girtî da got ku divê her dewlet welatiyên xwe hilde, heger hilnedin ev nayê meneya 'Em dijî DEAŞê şer dikin', bi taybetî dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji berpirsyariya xwe direvin.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê Herekata Kaniya Aştiyê da jî got ku heta îstiqrar çênebe em venakişin.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE