Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Kesên ku qesta hizûra însanên me, aramiya welatê me û ewlehiya dewleta me dikin tu wextî li cem vî gelî îtibara wan tuneye û wê tunebe jî."
Erdogan bi weşana zindî beşdarî kongreyên asayî yên 7emîn yên Balikesîr, Osmaniye, Tokat û Tunceliyê yên AK Partiyê bû.
Serok Erdogan di axaftina xwe da got kesên ku qesta hizûra însanên me, aramiya welatê me û ewlehiya dewleta me dikin tu wextî li cem vî gelî îtibara wan tuneye û wê tunebe jî.
Erdogan destnîşan kir êdî karê rêbaza siyaseta ku kevin bûye zehmet e û got ku hewldanên îtifaqê yên ku dixwazin 40 terzên naşibin hev bikin telîsekî vê rastiyê naguherîne.
AA