''Kesên îstifkerî dikin wê berdêla vê bidin''

''Kesên îstifkerî dikin wê berdêla vê bidin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna Ak Partiyê de axivî.

Serok Erdogan: "îstifkerî di dînê me da heram e, hûn nikarin wisa bikin. Kesên wisa dikin hebin wê berdêla vê bidin."

"Tirkiyeyê cardin pêşeroja xwe ya aborî û siyasî teslimî reçeteyên CHP, IMF û saziyên bi vî rengî yên ku wesayeta aboriyê ya kurewî diparêzin neke."

 "Em li ser guherandinekê dixebitin ku wê cezayên tacîz û acizkirina jinan giran bike."

 "(Midaxeleya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ya dijî dovîzê) Gava hewce bike heqê wê heye ku Bankeya Navendî midaxeleyên bi vî rengî bike."

"Di mijara miaşê herî kêm da înşellah em ê encameke herî xweş ku heya niha çênebûye eşkere bikin."

"(Hekîmên pispor û pratisyen) 5 hezar, 2 hezar 500 lire; zemên bi vî rengî wê bên kirin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE