Keştîvanên Tirk ên ku li Libyayê dîl hatibûn girtin, hatin berdan

Çavkaniyên Wezareta Karên Derva daxuyandin 6 welatiyên Tirkiyeyê yên ji hêla hêzên Hafter va li Libyayê dîl hatibûn girtin, hatin berdan

Keştîvanên Tirk ên ku li Libyayê dîl hatibûn girtin, hatin berdan

Welatiyên Tirk ên ku ji hêla hêzên Xelîfe Hafter va li Libyayê dîl hatibûn girtin, hatin berdan.

Li gor agahiya çavkaniyên dîplomatîk 6 keştîvanên welatiyên Tirkiyeyê yên ji hêla hêzên Hafter va li Libyayê dîl hatibûn girtin, hatin berdan.

Hat ragihandin xebatkarên Tirk bi xwediyên şirketa ku lê dixebitin va vegeriyan keştiyê û bi daxwaza xwe biryar dan ku li Libyayê xebata xwe bidomînin.

Piştî ku hêzên Xelîfe Hafter 6 welatiyên Tirkiyeyê dîl girtin Wezareta Karên Derva xwestibû ew bên berdan û ji bo vê daxuyaniyek weşandibû.

Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: "Li Libyayê dîlgirtina şeş welatiyên me yên ji hêla hêzên milîs ên neqanûnî yên girêdayî Hafter çalakiyeke eşkiyatiyê û cerdê ye. Em bendê ne welatiyên me heman bên berdan. Heke neyên berdan hêzên Hafterê wê wek hedefên meşrû bên qebûlkirin."

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 10:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE