"Kiliçdaroglu wê ekîba xebatê ya nû ava bike"

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û Berdevkê Partiyê Bulent Tezcan: "Birêz Serokê me wê di pêvajoya pêş da ekîbeke xebatê ya nû ava bike."

"Kiliçdaroglu wê ekîba xebatê ya nû ava bike"

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û Berdevkê Partiyê Bulent Tezcan got ku Serokê Giştî xwedî rayeya guherandina Lijneya Rêvebirinê ya Navendê (LRN) ye, di rêziknameyê da ew heq hatiye dayîn û wiha pê da çû: "Di pêvajoya pêş me da ji bo şekl û şemaleke nû bidin siyaseta CHPyê, xetên wê yên sereke eşkere bike, rêya wê kifş bike û partiyê bi awayekî lez û bez ji bo hilbijartina herêmî amade bike û ji aliyekî va jî ji bo eşkerekirina nexşerêya Tirkiyeya ku ji hêla siyasî û îqtisadî va serobin bûye di rojên pêş me da Serokê me yê Giştî wê ekîbeke xebatê ya nû ava bike."

Lijneya Rêvebirina Navendî ya CHPyê bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu va li navenda partiyê civiya.

Teczan dema ku civînê dewam dikir axivî û got: "Ev di nav heyama wezîfeyê ya LRNyê da wê bibe civîna me ya dawîn. Ji niha pê va wê LRNyeke me ya nû wê bê avakirin û hevalê me yê berdevk jî wê civînên çapemeniyê bidomîne."

Tezcan destnîşan kir ku ji sala 2010an vir va di nav CHPyê da reformeke partiyê ya bibingeh pêk tê û ji bo ku ev yek bi awayekî xurt dewam bike got ku ew ê hemû piştevaniya ji bo Serokê Giştî hewce dike bidin.

Li ser pirseka der barê komcivîna partiyê da Tezcan ragihand ku aliyên dixwazin komcivîn bê kirin di dawiya hemû merheleyan da bi tenê 569 îmzeyên hatine qebûlkirin berhev kirine. Di berdewamiya axaftina xwe da Tezcan got ku ji bo kirina komcivînê jî ewqas îmze têrê nakin û xwest ku bila êdî dev ji nîqaşên wiha bê berdan û partî bi karên li ber xwe ra mijûl bibe.

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE