"Kirîna S-400an ji bo NATOyê nabe pirsgirêk"

Çavuşoglu di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva ya Yekîtiya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyaya ya 52emîn (ASEAN) da bi Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê hat bal hev.

"Kirîna S-400an ji bo NATOyê nabe pirsgirêk"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê kirîna S-400an da wiha got: "Kirîna S-400an ji bo NATOyê nabe pirsgirêk. Tirkiye di gelek qadan da piştgiriyê dide fealiyetên NATOyê."

Çavuşoglu di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva ya Yekîtiya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyaya ya 52emîn (ASEAN) da bi Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê hat bal hev.

Çavuşoglu piştî civînê pirsên çapemeniya Rûsyayê bersivand. Çavuşoglu got ku ew ê 1 û 2yê tebaxê li Nur Sultana paytextê Qazaxistanê li ser meseleya Sûriyeyê hevdîtinên krîtîk bikin û wiha axivî:

"Divê em bi aqlê selîm hereket bikin û di pêvajoya siyasî da hê bêtir bi baldarî hereket bikin. Em ê li wir li ser avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn jî mizakereyê bikin. Ji bo îlankirina avakirina komîteyê em û Rûsya bi hev ra dixebitin."

Çavuşoglu li ser pirseke kirîna S-400an ya ji Rûsyayê ka bi NATOyê ra bû sedema pirsgirêkê yan na wiha got: "Tu pirsgirêkeke me bi NATOyê ra tuneye. Sekreterê giştî yê NATOyê û alîkarê wî jî daxuyanî dan û gotin kirîna S-400an nabe pirsgirêk. Tirkiye di gelek qadan da piştgiriyê dide fealiyetên NATOyê. Ev mesele di tu lûtkeyên NATOyê da nehat rojevê."

Çavuşoglu diyar kir ku kirîna S-400an herî bêtir têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê eleqedar dike. AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE