Kîmyabarana li Helebçeyê

31 salan beriya niha 5 hezar kurd hatin qetilkirin...

31 sal berê di 16ê adara 1988an de rejîma beasê, bombeyên kîmyewî bi ser helebçê de barandin. Ew komkujî ji bîra mirovahiyê naçe...

Di ser komkujiya Helebçê re 31 sal derbas bûn. Lê êşa wê hêj jî kezeba merivan dişewitîne.

Şerê Îran û İraqê bû û artêşa Îranê ber bi Herêma Kurdan ve diçû.

Dîktatorê wê demê Seddam Huseyîn ji bo ku pêşîyê li Îranê bigre, di navbera 23yê Sibatê û 16ê îlona 1988an dest bi herekata Enfalê kir.

Li ser vê artêşa Îranê jî dest bi herekata 7emîn a serkeftinê kir. Demeke ku şer xedar bû, pêşmergeyên YNK ku rêberê wan Celal Telebanî bû, piştgirî da Artêşa Îranê û ketin bajarokê Helebçê.

Dema ku rewş wiha lêhat, Serokê Dewleta İraqê Dîktator Seddam Husayîn emir da Fermandarê Eniya Artêşa Bakur Korgeneral Elî Hesen El-Tikrîtî ku bombeyên Kîmyewî biavêje.

Ev fermandarê ku piştî vê êrîşê wek Eliyê Kimyewî hat binavkirin, dest bi bomberanê kir.

Êrîş birin ser bajarokê Kurdan Halebçê. 5 hezar kurd hatin kuştin, nêzî 10 hezarî meriv jî birîndar bûn.

Yên ku sax man jî koçî Îranê û Tirkiyê kirin; lê ev koç ne çare bû. Gelek zarok, kal û pîrên birîdar, di rê de can da.

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE