Koalîsyona Ereban wesayîteke bêmirov a bombebarkirî a Hûsiyan xist

Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, hêzên koalîsyona Ereban di daxuyaniya xwe da wiha got, "Milîsên Hûsî ên terorîst wesayîteke bêmirov a bombebarkirî şand herêma Hamis Muşaytê ku dikeve başûrê Erebistana Siûdî û wesayît ji aliyê pergalên parastina esmanî ya koalîsyonê va hat xistin."

Koalîsyona Ereban wesayîteke bêmirov a bombebarkirî a Hûsiyan xist

Hat ragihandin ku Hûsiyan wesayîta bêmirov a bombebarkirî şand ser axa Erebistana Siûdî û wesaît hat xistin.

Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, hêzên koalîsyona Ereban di daxuyaniya xwe da wiha got, "Milîsên Hûsî ên terorîst wesayîteke bêmirov a bombebarkirî şand herêma Hamis Muşaytê ku dikeve başûrê Erebistana Siûdî û wesayît ji aliyê pergalên parastina esmanî ya koalîsyonê va hat xistin."

Hêzên koalîsyonê 34 êrîşên esmanî birin ser Marîbê

Ji aliyê din va li gor nûçeya ku ajansa nûçeyan a Sabayê ya girêdayî Hûsiyan dispêre çavkaniyekî ewlehiyê, hêzên esmanî yên girêdayî koalîsyona Ereban 34 êrîşên esmanî birin ser bajarê Marîbê, êrîşan xesareke mezin da cî û warên qamû û sivîlan. 

Koalîsyonê der barê mijarê da hê tu daxuyanî nedaye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE