Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê di rewşeke xirab da ne

Koçberên ku qasî 2 hezar kesî ne yên di nav da jin û zarok jî hene hewl didin ku derbasî Polonyayê bibin. Gel û saziyên alikariyê ji wan ra alîkariyê dişînin, artêşa Belarusê jî ji bo wan kon ava kiriye ku ew lê bihewin.

Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê di rewşeke xirab da ne

 Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê yên ku dixwazin koçî Ewropayê bikin di kampa ku ava kirine da bendê ne ku derbasî Ewropayê bibin.

Li sînorê Brûzgiyê ya Grodnoya bajarê Belarûsê kesên jê gelekan ji Iraqê vîze sitandine û hatine Belarûsê dixwazin derbasî Polonyayê bibin.

Li vê herêma ku koçber lê ne ji ber hewaya sar şert û mercên jiyanê jî zehmettir dibe.

Koçberên ku qasî 2 hezar kesî ne yên di nav da jin û zarok jî hene hewl didin ku derbasî Polonyayê bibin. Gel û saziyên alikariyê ji wan ra alîkariyê dişînin, artêşa Belarusê jî ji bo wan kon ava kiriye ku ew lê bihewin.

Di dîmenên medyaya civakî da hat dîtin ku 200 kes hewl didin ji dirikên têl derbas bibin lêbelê paşê vegeriyan kampê.

Rayedarên Belarusê ji bo koçberan darên şewatê û tuwaletên seyar jî anîn.

Serokê Komîsyona Perwerde, Zanist, Çand û Geşedana Civakî ya Konseya Komara Belarusê Viktor Liskoviç daxuyand ji bo zarokan di sanatoryuman da cihekî 400 kesî hatiye avakirin lê malbat naxwazin zarokên xwe bişînin.

Ji hêla din va komên din jî tên beşdarî koçberan dibin û şev û roj ew hewl didin derbasî Polonyayê bibin.

Polêsên Polonyayê daxuyandin ku hin kesên ji Gurcistan, Polonya û Sûriyeyê yên organîzatoriyê dikin ku koçberan derbas bikin hatin binçavkirin.

Komîteya Sînor ya Dewleta Belarusê jî daxuyand qasî 60 koçber yên derbasî axa Polonyayê bûne jî ji hêla hêzên sînor ên Polonyayê va ji welêt hatine derbaskirin lê çend saet şûn da hêzên Polonyayê dîsa ew ji aliyekî din va şandine axa Belarusê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE