Komar 97 salî ye

Di 29ê Cotmeha 1923yan da bi îlankirina Komarê ra di dîroka miletê Tirk da deriyê dewreke nû vebû û gotina "Desthilatdarî bê şert û merc ya milet e" di rêvebiriya dewletê da cihê xwe girt

Komar 97 salî ye

Di dîroka miletê Tirk da 97 sal berê deriyê dewreke nû vebû û bi îlankirina Komarê ra gotina "Desthilatdarî bê şert û merc ya milet e" di rêvebiriya dewletê da cihê xwe girt.

Di 24ê Tîrmeha 1923yan da Peymana Lozanê hat îmzekirin û serxwebûna dewleta nû ya Tirk hatibû qebûlkirin.

2 meh piştî civîna Meclisa heyama duyem, di 13ê cotmeha 1923yan da Enqere bû navenda hikûmeta dewleta Tirkiyeyê. Êdî diviyabû ku navê rejimê bihata eşkerekirin û serokê dewleta nû bihata hilbijartin.

Heta wê rojê wezîfeya Serokatiya Dewletê, weke Serokê Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê Mustafa Kemal Paşa dikir. Ji aliyekî din va hin welatên biyanî jî seba pesendkirina Peymana Lozanê dixwestin ku rejima dewleta nû ya li Tirkiyeyê eşkere were kifşkirin.

Ji ber ku Heyeta Wekîlên Îcrayê di 27ê cotmeha 1923yan da îstifa kir û lîsteya kabîneyeke ku pêbaweriya Meclisê qezenc bike, nehatibû çêkirin jî ji vê pirsgirêkê ra çareseriyeke acil hewce dikir.

Ji ber ku heta 28ê cotmeha 1923yan hikûmet ava nebû, Mustafa Kemal Paşa seba hevalên xwe li Koşka Çankayayê bi Latîfe Xanimê sifreyek da amadekirin.

Li ser sifreya şîvê Îsmet Paşa, Alî Fuat Paşa, Halît Paşa û Kemalettîn Samî Beg jî cih girtin û Mustafa Kemal Paşa di Nutuqê da wiha behsa wê demê dike.

"Nîvê şevê bû... Ji bo ku herim Çankayayê ji avahiya Meclisê derketim, li korîdoran rastî Kemalettîn Samî û Halît Paşa hatim. Ew jî li benda min bûn. Alî Fuat Paşa dema ku ji Enqereyê hereket kir, min di rojnameya wê rojê da bi sernava 'Oxirkirinek û Pêşwazîkirinek" xwendibû ku ev hatine Enqereyê. Min hê ew nedîtibûn. Min fêm kir ku ji bo bi min ra xeberdin heta dereng li wê derê li benda min sekinîbûn. Min bi wasiteya Wezîrê Parastina Neteweyî Kazim Paşa ji wan ra got ku werin şîvê. Min ji Îsmet Paşa, Kazim Paşa û Fethî Beg ra jî got ku bi min ra werin Çankayayê.

Dema çûmê Çankayayê bi Fuatê Parlamenterê Rîzeyê, Ruşen Eşref Begê Parlamenterê Afyonqerehîsarê yên ji bo dîtina min hatibûn dîtin. Min ew ê ji bo xwarinê dan sekinandin. Di dema xwarinê da min ji wan ra got 'Em ê sibê Komarê îlan bikin.' Hevalên li wê derê jî wekî min difikirîn. Me xwarin hîşt. Ji wê deqîqeyê pê va me di mijara hereketê da bername amade kir û heval wezîfedar kirin. Hûnê telîmatên min û kirina wan bibînin.

Efendîno hûn dibînin ku ji bo biryara îlana Komarê bidin lazim nekir ku min bangî hemû hevalên li Enqereyê bikira û têketima niqaşan. Lewra min dizanibû ku ew jî wekî min difikirin û di nav me da şik tune. Hin hevalên li Enqereyê nebûn û rayeya wan tunin jî ji ber ku me haya wan pê nexist û rizaya wan hilneda ji me xeyîdîn û veqetiyan."

Mustafa Kemal Paşa wê şevê bi Îsmet Paşa ra pêşnûmaya hin xalên Qanûna Bingehîn a 1921î diguherîne amade kirin. Li Meclisê li ser pêşnûmaya dibêje "Şiklê hikmê dewleta Tirkiyeyê Cumhuriyet e" axivîn û paşê îlana Komarê hat qebûlkirin.

- "Komara Tirkiyeyê ew ê bextewar, serkeftî û serfiraz be"

Bi vî awayî şiklê rêveberiya dewleta teze bi eşkeretî navê xwe dît. Îlana Komarê jî rêgeza "Desthilatdarî bêyî şert û merc di destê gel da ye" bi halê herî eşkere ciyê xwe dît.

Paşê derbasî hilbijartina serokomariyê bûn. Di dengdayîna veşartî da Xazî Mustafa Kemal Paşa tevahiyê raya 158 parlamenteran sitand û bi destê Meclisê wekî serokomarê ewil ê dewleta Tirkiyeyê hat hilbijartin. Li ser vê Mustafa Kemal Paşa derket kursî axivî û got, "Komara Tirkiyeyê ew ê bextewar, serkeftî û serfiraz be."

Bi vî awayî niqaşên ji bo nav û rejima dewletê bi dawî bûn, di dîroka gelê Tirk da dewreke teze dest pê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE