Komcivîna heftane ya AK Partiyê

Serok Erdogan di komcivîna heftane ya AK Partiyê de diaxive...

Komcivîna heftane ya AK Partiyê

Serok Recep Tayyip Erdogan di komcivîna heftane ya AK Partiyê de diaxive...

Ji axaftina Serok Erdogan:

"Me 6 nexweşxaneyên bajêr xist xizmetê, ji nêz va nexweşxaneyên li Ankara,Manisa û Eskişehirê jî wê dest bi xizmetê bikin"

"Di heyama me da Tirkiyeyê di dîroka xwe da dijî rêxistinên terorê, çete, ticarên hişbirê û kesên dixwazin ewlehiyê xera bikin encamên herî serkeftî bi dest xist."

"Ji ber têkiliya bi DEAŞê ra 2 hezar kes girtî ne, 7 hezar kes hatine dersînorkirin û ji bona qederê 70 hezar kesî qedexeya hatina welatê me heye."

 "Ji Tîrmeha 2016an vir va di operasyonan da li nav welêt 761, li bakurê Iraqê hezar û 92, di Hereketa Mertalê Feratê da 3 hezar û di Çiqlê Zeytûnê da ji 4 hezar û 500î zêdetir terorîst hatin berterefkirin."

"Ji Tîrmeha 2016an vir va di operasyonan da li nav welêt 761, li bakurê Iraqê hezar û 92, di Hereketa Mertalê Feratê da 3 hezar û di Çiqlê Zeytûnê da ji 4 hezar û 500î zêdetir terorîst hatin berterefkirin."

"(Bihayên goşt) Ji bona ev biha bikeve asteke rantabl, hewce bike em ê guh nedin ferqa carî, dest bi îdxalê bikin û di piyaseyê da balansê çêkin."

Erdogan: "Em tengavkirinan (Îran) rast nabînin. Lewra li gor me ev tengavkirin wê dengeya dinyayê xerab bikin."

"Ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye jî dijî dîplomasiya navneteweyî ye jî. Em naxwazin li dinyayeke emperyal bijîn."

"(Dewriyeya hevpar a Amerîka-YPGê) Ne pêkan e ku em van qebûl bikin û rewşeke wiha wê li ser sînor bibe sedema neyêniyên cidî."

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE