Komisyona Têkel biryar da ku parêzbendiya Guzela HDPyî were betalkirin

Komisyona Têkel biryar da ku parêzbendiya Guzela HDPyî were betalkirin

Komisyon Edaletê û Qanûna Bingehîn a Meclisê biryar da ku parêzbendiya qanûndanînê ya Semra Guzela Parlementera Diyarbekirê ya HDPyê were betalkirin.

Komisyona Têkel a Qanûna Bingehîn û Edaletê ya Meclisê di seroktiya Parlementerê Toqatê yê AK Partiyê Yusuf Beyazit da kom bû.

Komisyonê di civîna tengaya 7 saetan dewam kir da biryar da ku parêzbendiya Semra Guzela Parlementera Diyarbekirê ya HDPyê ya bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" ji bo wê fezlekeya parêzbendiyê hatibû amadekirin were betalkirin.

Piştî civînê Beyazitê Serokê Komisyonê pirsên rojnamevanan bersivand got ji bo herdu dosyeyan jî biryar hat dayîn ku parêzbendiya qanûndanînê ya Guzelê were betalkirin û wiha pê da çû: "Ji ber vê êdî teqdîra Lijneya Giştî ye. Roja duşemê em ê rapora xwe amade bikin, şerhan lê zêde bikin û pêşniyazî Lijneya Giştî bikin."

Li gor mewzûatê rapora Komisyona Têkel a rakirina parêzbendiyê rasterast tê rojeva Lijneya Giştî.

Rapora Komisyona Têkel li parlementeran tê belavkirin û li Lijneya Giştî tê xwendin. Kesek rexne dike kesek jî dibarêze. Kesê fezlekeya wî heye dikare li Komisyona Amadehiyê, Komisyona Têkel en jî Lijneya Giştî xwe biparêze an jî mafê xwe dewrî parlementerekî din bike û li ser mijarê biaxive. Heke daxwaza parastin an axaftinê tunebe jî hevdîtin tê temamkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE