Komên Meclisê ji bo îadekirina Gulenê serkêşê FETOyê bang li Amerîkayê kirin

Ji Komên Meclisê yên AK Partî, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ daxuyaniya hevpar....

Komên Meclisê ji bo îadekirina Gulenê serkêşê FETOyê bang li Amerîkayê kirin

Komên Meclisê yên AK Partî, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ daxuyaniya hevbeş dan û ji bona di demeke kurt da Fetullah Gulenê serkirdeyê FETOyê îadeyî Tirkiyeyê bikin bang li Amerîkayê kirin ku gavên hewce dikin bên avêtin.

Ji daxuyaniya hevbeş ya Komên Meclisê yên AK Partî, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ: "Gulenê serkirdeyê FETOyê rêxistina terorê ji Amerîkayê îdare dike û bi rêbazên rêxistinên terorê yên mîna DEAŞ û El Qaîdeyê fikrên xwe yên şaş belav dike. Ji ber ku meqamên Amerîkayê dijî FETO û serkirde Gulen nakevin dewrê tesîrê li têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da dike. Ev di civaka Tirkan da bûye sedema bertekê û 4 partiyên ku koma wan di Meclisê da heye vê berteka mezin parve dikin." AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE