Konferansa ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa li Elmanyayê wê 3 rojan dewam bike...

Konferansa ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa ewlehiyê ya mûnîhê ku yek ji civînên herî girîng ên cîhanê tê qebûlkirin, îro dest pê dike. 35 serokên hikûmet û dewletan û ji 50î zêdetir welatan jî Wezîrên Karên Derve û yên parastinê wê tevlî civînê bibin. Di konferansê de wê mijarên ewlehiyê yên kûrewî û herêmî bên nirxandin. Wezîrê parastina neteweyî hulusî akar jî bi navê tirkiye beşdarî civînê dibe.

Pêşeroja Ewropayê ya piştî Breksîtê, zêdebûna nijadperestiyê, krîza Sûriyê û polîtikayên derbarê îklim û hawirdorê de..

Pirsgirêkên dinyayê vê carê jî wê li Elmayê bên nirxandin.

Navên girîng ên siyaset, aborî, leşkerî û saloxgeriyê di Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê de tên ba hev.

Konferans îsal cara 55emîn tê lidarxistin. 35 serokên dewlet û hikûmetan, ji 50î zededir welatan wezîrên karên derve û 30 wezîrên parastinê wê beşdarî konfernasê bibin.

Di konferansê de pêşeroja polîtikaya ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê, mijarên derbarê Rûsya, Rojhilata navîn û Çînê de û bandora guherîna îklîmê ya li ser ewlehiyê dê bên nirxandin.

Konferans dê 3 rojan dewam bike. Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar li ser navê Tirkiyê beşdarî civînê dibe. Çav li rê ne Akar di konferansê de hin civînên dualî bike.

Li derdora Otela Bayeriscef Hofê wê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh bên girtin.

4 hezar û 400 polîs û ji 200î zêdetir leşker ji bo ewlehiyê wê bên wezîfedarkirin. Wê riyên derdora otelê jî bên girtin.

Tê texmînkirin ku dawiya hefteyê li navenda bajarê Mûnîhê komên li dijî NATO’yê û çepgir ji 20î zêdetir nimayîşan bikin.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE