Konferansa nefermî ya 5+1ê di roja duyem da li Cenevreyê dewam dike

Piştî axaftina vekirinê ya Guterres, bi dorê Pêşengê Aliyê Rûm ê Qibrîsê Nikos Anastasiadis, Serokomarê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur Ersîn Tatar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Nikos Dendias û Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Dominic Raab wê biaxivin.

Konferansa nefermî ya 5+1ê di roja duyem da li Cenevreyê dewam dike

 Bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û beşdariya aliyên Qibrîsî, welatên garantor Türkiye, Yewnanistan û Îngiltereyê konferansa ku formata wê 5+1 û mijara wê Qibrîs e, di roja duyem da didome.

Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres serokatiya konferansê dike û rûniştina ewil a îro li gor saeta Türkiyeyê di 11.20î da dest pê kir.

Piştî axaftina vekirinê ya Guterres, bi dorê Pêşengê Aliyê Rûm ê Qibrîsê Nikos Anastasiadis, Serokomarê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur Ersîn Tatar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Nikos Dendias û Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Dominic Raab wê biaxivin.

Piştî navberê di rûniştina duyem a îro da Guterres wê bi Wezîr Çavuşoglu û serokên heyetên din ra yek û yek hevdîtinê bike.

Civîn wê bêyî çapemeniyê li Ofîsa Cenevreyê ya NYê tên kirin.

Sekreterê Giştî yê NYê Guterres wê êvarê jî seba serokên heyetan şîvê bide.

Konferans wê sibê kuta bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE