Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Mixabin demekê me navber dabû pêwendiyên xwe yên ku li gor hevkariya stratejîk dihatin meşandin. Îro bi telîmatên ku me dan Wezaretên Karên Derva di demeke nêzik da em ê konseya xwe ya hevkariyê ya stratejîk kom bikin."
Erdogan piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Gurcistanê Gîorgî Gakharîa ra û hevdîtinên di nav heyetan da li Kuliyeya Serokomariyê daxuyaniya çapemeniyê da.
Serokomar Erdogan der barê têkiliyên Tirkiye û Gurcistanê da wiha got: "Mixabin demekê me navber dabû pêwendiyên xwe yên ku li gor hevkariya stratejîk dihatin meşandin. Îro bi telîmatên ku me dan Wezaretên Karên Derva di demeke nêzik da em ê konseya xwe ya hevkariyê ya stratejîk kom bikin."