"Kontrol û amadehiyên pergala S400î wekî hatiye plankirin didomin"

"Kontrol û amadehiyên pergala S400î wekî hatiye plankirin didomin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê pergala parastina moşek û esmanî ya S400î da wiha got: "Kontrol û amadehiyên pergala me peyda kiriye wekî hatiye plankirin didomin."

Akar li Stadyuma Kadîr Has di Kongreya Asayî ya 7emîn ya Kayseriyê ya AK Partiyê da axivî.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar diyar kir kontrol û amadehiyên pergala parastina moşek û esmanî ya S400î ku peyda kirine wekî hatiye plankirin didomin.

Akar destnîşan kir ku peydakirin, ceribandin û kontrolên pergala moşek û esmanî ya S400î nayê wê meneyê ku Türkiye ji NATOyê dûr dikeve.

Hulusî Akar der heqê pevçûnên di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da jî wiha got: "Divê saziyên navneteweyî fehm ku ji bona pêkanîna îstiqrar û aştiya mayînde lazim e Ermenistan ji axa Azerbeycanê vekişe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE