Kontrola weşanên li ser înternetê

RTÜK cara ewil dê weşanên li ser înternetê qontrol bike

Kontrola weşanên li ser înternetê

Edî ne tenê ser tv û radyoyê, li ser înternetê jî weşan tên kirin. Ji vir û pê de kanal û kesên ku wê li ser înternetê weşanê bikin, divê ji RTÜK’ê lîsansa înternetê bigrin. RTÜK derbarê vê mijarê de ji TRT Kurdi'yê re axivî…

Ev cara ewil e ku weşanên li ser înternetê jî, dê bi destê RTÜK’ê ve werin kontrolkirin.

Her ku diçe, alternatîfên medyayê berfirehtir dibin

Ji xeynî radyo û Televîzyonê, êdî li ser înternetê jî weşan tên kirin

Ji bo ku gelek weşanên xirab li ser înternetê tên kirin, RTÜK wê êdî van weşanan li ser înternetê jî qontrol bike Serokê RTUKê Yerlikaya derheqê mijarê de axivî.

Serokê RTÜK’ê Prof. Dr. İlhan Yerlikaya: Êdî weşanên li ser înternetê, li ewropa û li hemû dinyayê jî tên qontrolkirin. Em car caran bi rayedarên wan welatên din ên ku qontrola weşanê dikin tên bal hêv û tecrûbeyên xwe ji hevdû re dibêjin.

Prof.Dr. İlhan Yerlikaya got ku eleqeya vê qontrolkirinê û sansurê pev re tûne ye.

Serokê RTÜK’ê Prof. Dr. İlhan Yerlikaya: Hin kes dibejin ku bi vê qontrolkirinê sansur tê; lebelê ev ne sansur e çimkî; li dinyayê saziyên ku weşanê qontrol dikin piştî weşanê mûayideyan dikin. ji bo vê jî ev ne sansur . Eger me beriya weşanê weşan qontrol bikiri û bigota filan derê biweşînin û bêvan derê neweşînin, hingê ev dê bibûya sansur. Tiştekî wisa tune ye.

Serok Yerlikaya anî ziman ku Parastina malbatê bi qasî meseleya terorî giring e.

Serokê RTÜK’ê Prof. Dr. İlhan Yerlikaya :Herkes çi bixwaze dikare biweşînê. Lêbelê eger tiştên ku suc in werin weşandin; wek mîsal, yekparetiya dewletê, heqaret, sixêf, zordarî, tiştên mustehcen û weşanên ji bo zarokan bizirar, dê li ser van weşanan muayyide werin kirin. Divê em civaka xwe biparêzin. Parastina malbatê bi qasî meseleya terorî muhîm e.

RTÜKê bi hevkariya BTKê plana rêziknameyê amade kir. Civak dê vê yekê mizakere bike.

Piştî muzakereyan, taslaka rêziknameyê li ser rojnameya fermî dê were weşandin û bikeve rewacê.

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2018, 15:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE