Kovîd-19: Li Cîhanê hejmara kesên baş bûn ji 7 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn ji 7 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li Cîhanê hejmara kesên baş bûn ji 7 milyonî derbas bû

 Li ser asta dinyahejmara kesên ku ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) baş bûn ji 7 milyonî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê ji pêketiyên vîrusê jê 7 milyon û 3 hezar û 160 kes baş bûn.

Deh welatên ewil ên ku herî zêde nexweş lê baş bûn bi rêzê va Amerîka (milyonek û 379 hezar û 450), Brezilya (milyonek û 117 hezar û 922), Hindistan (476 hezar û 554), Rusya (472 hezar û 511), Şili (271 hezar û 703), Îran (209 hezar û 463), Peru (204 hezar û 748), Îtalya (193 hezar û 640), Tirkiye (187 hezar û 511) û Almanya (182 hezar û 700) ne.

Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên vîrusê derket 11 milyon û 489 hezar û 976an, a miriyan jî derket 549 hezar û 616an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE