Kovîd-19: Li dinyayê hejmara kesên baş bûn ji 4,5 milyon derbas kir

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li cîhanê 4 milyon û 501 hezar û 293 kesên ku bi Kovîd-19ê ketin, rehet bûn.

Kovîd-19: Li dinyayê hejmara kesên baş bûn ji 4,5 milyon derbas kir

Li seranserê cîhanê hehmara rehetbûyên ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 4,5 milyon derbas kir.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li cîhanê 4 milyon û 501 hezar û 293 kesên ku bi Kovîd-19ê ketin, rehet bûn.

Di cîhanê de 10 welatên ku herî zêde pêketî li wan rehet bûn bi vê rêzê ne:

DYA (924 hezar û 930), Brezîlya (503 hezar û n 507), Rûsya (313 hezar û 963), Hîndistan (205 hezar û 182), Çîlî (186 hezar û 441), Îtalya (180 hezar û 544), Almanya (174 hezar û 100), Îran (156 hezar û 991), Tirkiye (156 hezar û 22) û Perû (131 hezar û 190). 

Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, nuha li zêdetir 200 welat û herêman belav bûye.

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 8 milyon û 551ê û heta nuha 455 hezar û 175 kesî ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE