Kovîd-19: Li dinyayê hejmara pêketiyan ji 4 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara kesên Kovîd-19 geriyayê ji 4 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li dinyayê hejmara pêketiyan ji 4 milyonî derbas bû

 Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) geriyayê ji 4 milyonî derbas bû.

Li gor malpera Worldometera ku daneyên der barê waqieyên nû yên li welêt û herêmên lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li tevahiya dinyayê jimara waqieyan bi tevahî derket 4 milyon û 273yan.

Welatê ku lê herî zêde waqie hatin dîtin bi milyonek û 317 hezar û 852 waqieyan va Amerîka ye. Piştî vî welatî bi 260 hezar û 117 waqieyan va Îspanya, 217 hezar û 185 waqieyan va Îtalya, 211 hezar û 364 waqieyan va Îngiltere, 187 hezar û 859 waqieyan va Rûsya, 176 hezar û 79 waqieyan va Fransa, 170 hezar û 489 waqieyan va Almanya, 141 hezar û 88 waqieyan va Brezîlya, 135 hezar û 569 waqieyan va Tirkiye û 104 hezar û 691 waqieyan va jî Îran tê.

Li Çîna ku şewb lê derket jî 82 hezar û 86 waqie hatin qeydkirin.

Welatên ku jimara waqiyena ji 20 hezarî derbas bû wiha hat rêzkirin: 

"Kanada (66 hezar û 313), Peru (61 hezar û 847), Hindistan (59 hezar û 693), Belçika (52 hezar û 11), Hollanda (42 hezar û 93), Erebistana Siûdî (35 hezar û 432), Ekvador (30 hezar û 298), Swîsre (30 hezar û 207), Meksîka (29 hezar û 616), Portekiz (27 hezar û 268), Pakistan (26 hezar û 435), Şilî (25 hezar û 972), Swêd (25 hezar û 265), Îrlanda (22 hezar û 541), Singapur (21 hezar û 707), Belarus (21 hezar û 101) û Qetar (20 bin 201)."

Şewba Kovîd-19ê di kanûna pêşîn a 2019an da li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derketibû holê û belavî ji 200î zêdetir welat û herêmê bû.

Ji ber şewbê li tevahiya dinyayê 275 hezar û 423 kes mirin, ji kesên vîrus geriyayê jî milyonek û 375 hezar û 748 kes baş bûn.

Hê jî 2 milyon û 349 hezar û 102 kesên enfekte yên aktîf hene.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE