Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku tedawiya wan a vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dewam dike ji 19 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevahiya dinyayê jimara waqieyên enfekte yên aktîf derket 19 milyon û 2 hezar û 300î.
Bi 18 milyon û 896 hezar û 158 kesan ra nîşaneyên nexeşiyê kêm in, xetereya jiyana 106 hezar û 142 kesan heye.
Zêdebûna jimara nexweşên tên dermankirin barê li ser pergalên tenduristiyê yên welatan zêde dike.
Amerîka bi 5 milyon û 885 hezar û 552 kesan tên dermankirin va bû welatê lê herî zêde waqieyên enfekte yên aktîf hene.
Li gor jimara waqieyên tên dermankirin piştî Amerîkayê bi 2 milyon û 45 hezar û 433yan va Fransa, 754 hezar û 169an va Îtalya, 615 hezar û 886an va Brezîlya, 531 hezar û 439an va Belçîka, 472 hezar û 651î va Rûsya, 405 hezar û 335an va Hindistan û 375 hezar û 762yan va Ukrayna tê.
Li Tirkiyeyê 355 hezar û 946 waqieyên aktîf ên Kovîd-19ê hene, ji vana 5 hezar û 800 jê nexweşên giran in.
Kovîd-19ê ku di kanûna pêşîn a 2019an da li Vuhana bajarê Çînê derket holê belavî ji 200î zêdetir welat û herêmê bibû û guherîbû şewbê. Jimara waqieyan ji 66 milyonî derbas bû û ji ber vîrusê ji milyonek û 530 hezarî zêdetir mirov mirin.AA