Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 79 milyon derbas kir.
Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) gihişt 79 milyon û 18 hezar û 603yan.
4 welatên ku li cîhanê herî zêde pêketî li wan hatin tesbîtkirin, di heman demê de bûn welatên ku herî zêde nexweş li wan rehet bûn.
Li DYAyê 17 milyon û 531 hezar û 152 li Hîndistanê 10 milyon û 554 hezar û 554, li Brezilyayê 8 milyon û 447 hezar û 645 û li Rûsyayê jî 3 milyon û 493 hezar û 886 kes ji vîrusê rehet bûn.
Herwiha li Tirkiyeyê jî 2 milyon û 449 hezar û 273 pêketî rehet bûn.
Hejmara rehetbûyan li Îtalyayê gihişt 2 milyon û 113 hezar û 523yan, li Almanyayê 2 milyon û 57 hezar û 300î, li Kolombiyayê 2 milyon û 34 hezar û 228an,
li Îngiltereyê milyonek û 950 hezar û 886an, li Arjantinê milyonek û 786 hezar û 178an, li Meksîkayê milyonek û 501 hezar û 580î, li Afrîkaya Başûr milyonek û 363 hezar û 947an û li Polonyayê milyonek û 317 hezar û 474an,
Li seranserê cîhanê dermankirina 25 milyon û 631 hezar û 40 kesan berdewam e.
Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, di demeke kurt de li zêdetir 200 welat û herêman belav bû.
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyan gihişt 107 milyon û 137 hezar û 839an û 2 milyon û 340 hezar û 535 kesan canê xwe ji dest da.AA