Kovîd-19: Li seranserê dinyayê hejmara miriyan ji 2 milyonî derbas bû

Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 2 milyonî derbas bû.

Kovîd-19: Li seranserê dinyayê hejmara miriyan ji 2 milyonî derbas bû

Li çar aliyê dinyayê hejmara kesên şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) bû sedema mirina wan ji 2 milyonî derbas bû. 

Li gor malpera "Worldometers" a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevahiya dinyayê 2 milyon û 2 hezar û 407 kes mirin.

Heta îro ji ber Kovîd-19ê herî zêde mirov li Amerîkayê mirin. Li Amerîkayê 397 hezar û 994 kes mirin.

Li Türkiyeyê jî ji ber Kovîd-19ê heta 14ê Rêbendanê 23 hezar û 495 kes mirin.

Şewba Kovî-19 ya ku di Berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket meydanê heta niha li çar aliyê dinyayê belav bû.

Li seranserê dinyayê heta niha 93 milyon û 533 hezar û 715 kes bi şewbê ketin, 66 milyon 834 hezar û 935 kes jî baş bûn. Tedawiya 24 milyon û 696 hezar û 373 nexweşan jî dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE