Kovîd-19: Li tevahiya Cîhanê daneyên dawî

Ji ber vîrusê 708 hezar û 370 kes mirin

Kovîd-19: Li tevahiya Cîhanê daneyên dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û kişiya wan, derket 18 milyon û 704 hezar û 414an.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 704 hezar û 370 kes ji ber şewbê mirin û 11 milyon û 917 hezar û 803 kes jî ji şewbê filitîn.

Li ser rûyê dinyayê hê 6 milyon û 82 hezar û 241 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 918 hezar û 420î û ji ber şewbê heta niha 160 hezar û 290 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 100 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Brezîlya (2 milyon û 808 hezar û 76), Hindistan (milyonek û 908 hezar û 254), Rûsya (861 hezar û 423), Afrikaya Başûr (521 hezar û 318), Meksîka (449 hezar û 961), Peru (439 hezar û 890), Şîlî (362 hezar û 962), Îspanya (349 hezar û 894), Kolombiya (334 hezar û 979), Îran (314 hezar û 786), Îngiltere (306 hezar û 293), Erebistana Siûdî (281 hezar û 456), Pakistan (280 hezar û 461), Îtalya (248 hezar û 419), Bangladeş (244 hezar û 20), Tirkiye (234 hezar û 934), Arjantîn (213 hezar û 535), Almanya (212 hezar û 331) Fransa (192 hezar û 334), Iraq (134 hezar û 722), Kanada (117 hezar û 792), Endonezya (115 hezar û 56), Filîpîn (112 hezar û 593) û Qeter (111 hezar û 538)."

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 5 hezarî derbas bûne, wiha ne:

"Brezîlya (96 hezar û 96), Meksîka (48 hezar û 869), Îngiltere (46 hezar û 299), Hindistan (39 hezar û 820), Îtalya (35 hezar û 171), Fransa (30 hezar û 296), Îspanya (28 hezar û 498), Peru (20 hezar û 7), Îran (17 hezar û 617), Rûsya (14 hezar û 351), Kolombiya (11 hezar û 315), Belçîka (9 hezar û 852), Şîlî (9 hezar û 745), Almanya (9 hezar û 232), Kanada (8 hezar û 958), Afrîkaya Başûr (8 hezar û 884), Hollanda (6 hezar û 150), Pakistan (5 hezar û 999), Ekvador (5 hezar û 808), Tirkiye (5 hezar û 765), Swêd (5 hezar û 747), Endonezya (5 hezar û 388) û Iraq (5 hezar û 17)."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE