Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku Kovîd-19 derbas kir û qenc bûn ji 155 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê rewşa dawî

 Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin û qenc bûn, ji 155 milyonî derbas bû.

Li gor malpera înternetê ya "Worldometers"ê ku daneyên ser Kovîd-19ê dide hev, li dinyayê 3 welatên ku herî zêde pêketî lê hene, di heman demê da bûn welatê ku herî zêde nexweş lê qenc bûn jî.

Li tevahiya dinyayê 150 milyon û 80 hezar û 582 kesên ku vîrus kişiyabû wan, qenc bûn.

Li Amerîkayê 27 milyon û 986 hezar û 511 kes, li Hindistanê 26 milyon û 390 hezar û 584 kes û li Brezîlyayê 15 milyon û 168 hezar û 330 kes qenc bûn.

Li Tirkiyeyê ji îro pê va 5 milyon û 131 hezar û 453 kesên ku bi vîrusê ketibûn, qenc bûn.

Jimara kesên ku qenc bûn li Rûsyayê derket 4 milyon û 702 hezar û 599an, li Îngilistanê derket 4 milyon û 293 hezar û 977an, li Îtalyayê derket 3 milyon û 886 hezar û 867an, li Îspanyayê derket 3 milyon û 460 hezar û 447an, li Arjnatînê derket 3 milyon û 409 hezar û 316an, li Kolombiyayê derket 3 milyon û 218 hezar û 620î, li Polonyayê derket 2 milyon û 641 hezar. û139an.

Li tevahiya dinyayê 13 milyon û 643 hezar û 293 kes hê tedawiya Kovîd-19ê dibin.

Kovîd-19 di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket û belayî 200î zêdetir welat û herêman bû û veguherî şewbê.

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyan derket 172 milyon û 430 hezar û 557an, ji ber vîrusê 3 milyon û 706 hezar û 682 kes mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE