Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 120 milyonî derbas bû.

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 120 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike, hejmara kesên bi vîrusê ketin derkete 120 milyon û 57 hezar û 631î. 

Li Amerîkayê 30 milyon û 43 hezar û 662 pêketî hatin tesbîtkirin ku di nav welatan da Amerîka di rêza ewil da ye.

Piştî Amerîkayê hejmara pêketiyan a welatan jî wiha hat nivîsandin:

11 milyon û 439 hezar û 250 kes li Hindistanê, 11 milyon û 359 hezar û 48 kes li Brezilyayê, 4 milyon û 380 hezar û 525 kes li Rûsyayê, 4 milyon û 253 hezar û 820 kes li Îngiltereyê, 4 milyon û 45 hezar û 319 kes li Fransayê, 3 milyon û 201 hezar û 838 kes li Îtalyayê, 3 milyon û 183 hezar û 704 kes li Îspanyayê, 2 milyon û 866 hezar û 12 kes li Tirkiyeyê, 2 milyon û 569 hezar û 850 kes li Almanyayê, 2 milyon û 299 hezar û 82 kes li Kolombiyayê, 2 milyon û 192 hezar û 25 kes li Arjantînê, 2 milyon û 163 hezar û 875 kes li Meksîkayê, milyonek û 889 hezar û 360 kes li Polonyayê, milyonek û 739 hezar û 360 kes li Îranê, milyonek û 528 hezar û 414 li Afrîkaya Başûr, milyonek û 451hezar û 744 kes li Ukraynayê, milyonek û 414 hezar û 741 kes li Endonezyayê, milyonek û 407 hezar û 963 kes li Peruyê, milyonek û 392 hezar û 108 kes li Çekyayê û milyonek û 151 hezar û 218 kes jî li Hollandayê hene.

Li tevahiya dinyayê ji ber vîrusê heta niha 2 milyon û 659 hezar û 836 kes mirin. 96 milyon û 589 hezar û 356 kes jî ji vîrusê filitîn û gihîştin siheta xwe.

Hê 20 milyon û 808 hezar û 439 nexweş ji ber vîrusê tedawî dibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE