Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 704 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 141 hezar û 704an. 53 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 3 hezar û 894an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 37 hezar û 351 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt milyonek û 440 hezar û 671ê. Herwiha bi rehetbûna 3 hezar û 109 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 98 hezar û 889an. Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de 1045, nexweşên girêdayî ventîlatorê 576 e.
- Ji sedî 70yê pêketiyan rehet bûne
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de got, "Zêdebûna di hejmara pêketiyên nû de di sînorên çaverêkirî de ye. Ji sedî 70yê pêketiyan rehet bûne. Kêmbûna hejmara nexweşên me yên di beşa nexweşiyên giran de berdewam e. Maske+jihevdûriya civakî. Hêza me ya li hember vîrusê ev e. Cihên qerebalix cihên rîskê ne. Pêdivê em jê dûr bin."
AA