Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 14ê Gulanê de rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de bi başbûna 2 hezar û 315 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê baş bûn gihişt 104 hezar û 030an.

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 14ê Gulanê de rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 635 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 55 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Hejmara pêketiyan gihişt 144 hezar û 749an û hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 007an. 

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 34 hezar û 821 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê de hezar û 635 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Herwiha bi rehetbûna 2 hezar û 315 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 104 hezar û 030an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE