Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 16ê Gulanê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1610 kesî, 41 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 148 hezar û 67an û jimara miriyan derket 4096an. 2 hezar û 4 kesên din baş bûn.

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 16ê Gulanê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 1610 kesî, 41 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 148 hezar û 67an û jimara miriyan derket 4096an. 2 hezar û 4 kesên din baş bûn û jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bû derket 108 hezar û 137an .

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê par ve kir îro 42 hezar û 236 test hatin kirin. Di vêçarçoveyê da teşxîsa Kovîd-19ê dane 1610 kesî.

Di 24 saetên dawîn da 41 kes mirin, 2 hezar û 4 nexweş jî baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket milyonek û 589 hezar û 625an, jimara waqieyan derket 148 hezar û 67an, jimara wefatan bû 4 hezar û 96, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 474 e, jimara kesên baş bûn jî derket 108 hezar û 137an.

- "Rêjeya kesên wefat dikin kêm dibe"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê daneyên dawîn da ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirina "Jimara nexweşên me yên hildidin unîteya nexweşiyên giran û yên ku di unîteya nexweşiyên giran da dimirin kêm dibe. Di leza başbûnê da jî hêdîbûneke tê pêşbînikirin heye. Di têkoşîna ku em dijî belavbûna vîrusa koronayê didin da rola rojên ku em li malê dimînin gelekî mezin e. Em li malê bimînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE