Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 17ê Gulanê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 825 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 109 hezar û 962an.

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 17ê Gulanê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 1368 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 149 hezar û 435an. 44 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 140î.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 35 hezar 369 test hatin kirin. Hejmaa testan bi giştî gihişt milyonek û 624 hezar û 994an.

Herwiha bi rehetbûna hezar û 825 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 109 hezar û 962an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di hejmara pêketiyên nû de di asteke çaverêkirî de ketin çêbû. Hinek daneyan jî di nava seyra giştî de guherînên asayî dîtin. Rola li malêmayînê li ser têkoşîna dijî belavbûna koronavîrusê mezin e. Sibe û dusibe em ji malê dernekevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE