Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 1158 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 150 hezar û 593an. 31 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 171ê. Herwiha bi rehetbûna hezar û 615 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 111 hezar û 577an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca: li ser hesabê xwe yê Twitterê got," Kêmbûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de û yên girêdayî ventîlatorê, berdewam e. Hejmara pêketiyan di asta çaverêkirî de ye."