Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 1022 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 151 hezar û 615 an. 28 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 199ê. Herwiha bi rehetbûna hezar û 318 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 112 hezar û 895an.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê twîtterê got: "Di jimara waqieyên nû da kêmbûneke dihat payîn heye. Jimara nexweşên me yên ku hewcehiya wan bi unîteya nexweşiyên giran heye kêm dibe."
Koca: "Jimara nexweşên me yên baş bûn di asta dihat pêşbînikirin da ye. Awayê jiyana me jiyana civakî ya bikontrol û tevdîra hemû bi hev ra ye."