Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 972 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 152 hezar û 587 an. 23 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 222ê. Herwiha bi rehetbûna hezar û 92 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 113 hezar û 987an.
Wezîr Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê twîtterê got: "Hejmara pêketina kete bi hezarî de. Hejmara mirinan jî kêm bû. Emê mercan biguherin û bi awayekî azadtir li dijî vîrusê têbikoşin."