Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1832 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 129 hezar û 491ê.
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 59 kesan din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest da, hejmara miriyan bi giştî gihişt 3 hezar û 520an.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 5 hezar û 119 kesan hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 73 hezar û 285an.
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Kêmbûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de, yên entube û yên ku wefat dikin, berdewam e."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Hejmara nû ya nexweşên rehetbûyî nîşaneyeke din a serkeftinê ye. Di hejmara pêketiyan de zêdebûneke qismî ya ku di seyrê de bê dîtin, heye. Em di serdemeke nû de ne."
AA