Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 7ê Hezîranê de rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 3 hezar û 647 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 137 hezar û 969an.

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 7ê Hezîranê de rewşa dawî

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 914 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 23 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 35 hezar 335 test hatin kirin, hejmara testan gihişt 2 milyon û 338 hezar û 593an.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 914 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 170 hezar û 132an. 23 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 692an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 3 hezar û 647 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 137 hezar û 969an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 613 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 274 in.

- "Çiqa tedbîr kêm dibe tehdîd zêde dibe"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hat tesbîtkirin ku di xebatên fîlyasyonê de bi sedema serdanên 'derbasbûyî be' de li wîlayeteke me, vîrus çûye 190 kesan. Li wîlayeteke me ya din, di birêkirina esker de vîrus çûye 58 kesan. Hejmara nexweşên me yên nû rehetbûyî, 2 hezar û 647. Çiqa tedbîr kêm dibe tehdîd zêde dibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE