Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 9ê Hezîranê de rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 3 hezar û 218 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 144 hezar û 598an.

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê di 9ê Hezîranê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 993 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 172 hezar û 114an. 18 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 729an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 3 hezar û 218 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 144 hezar û 598an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Bi qasî sêyeka hejmara nexweşên me yên ku di 24 saetan de rehet bûn, nexweşên me yên nû hene. Bi sedema nexweşên me yên ku hatin teşxîskirin û razandin, îhtiyaca bi beşa nexweşiya giran û ventîlatorê zêde bû. Daneyeke zanistî tune ye ku bêje bandora vîrusê lawaz bûye. Ya normal tedbîrsitendin e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE