Kovîd-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 15 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawî

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1562 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 15 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê Îro 45 hezar û 176 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 632 hezar û 171ê.

Di 24 saetên dawîn de 1562 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 178 hezar û 239an. 15 kesan jî canê xwe ji dest dan. Hejmara miriyan gihişt 4 hezar û 807an.

Herwiha 1330 kes rehet bûn û hejmara rehetbûyan gihişt 151 hezar û 417an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 717 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 290 ne.

- "Xala me ya herî lawaz bêtedbîrî û xweşbînî ye"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên rehetbûyî ket bin hejmara pêketiyan. Îhtiyaca bi beşa nexweşiya giran û ventîlatorê zêde bû. Em ji hedefê dûr dikevin. Xala me ya herî lawaz bêtedbîrî û xweşbînî ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE