Kovîd-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 19 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1429 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 182 hezar û 727an.

Di 24 saetên dawîn de 19 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 861ê.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 261 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 154 hezar û 640î.

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Tirkiye bi milyonek bo serê kes 2 hezar û 151 pêketin di rêza 51ê de ye."
Wezîrê Tendirustiyê Koca ragihand ku Tirkiye di warê mirinên ji ber Kovîd-19ê de bo serê milyonek kesî 57 wefatan, di cîhanê de di rêza 47an de ye.
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Welatê me bi hevberkirina pêketinên giştî, ji sedî 2,67 rêjeya mirinan di rêza 81ê de ye."
Koca: "(Pêlpêlbûna hejmara pêketinan) Surprîz tune, weke çaverêkirî ye. Derbasnekirina vî sînorî di destê we de ye."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Heta em bi hişyarî û îstiqrar pêşve biçin, em ji pêlpêlbûna natirsin."
Koca: "Pêvajoya mayina li nexweşxaneyê ketiye 2,9 rojan. Têkraya mayina di beşa nexweşiya giran de ji 18,9 rojan daket 2,7 rojan."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Ti tesîra vîrusê de hê kêmbûn tune ye lêbelê di hêza dermankirina hekîman de zêdebûneke berbiçav heye."
Koca: "Wîlayeta ku di warê hejmara pêketinan de rêjeya mirinê lê herî zêde ye bi ji sedî 12,4an Gumuşxane ye, ya herî kêm jî bi ji sedî 0,33yan Kilîs e."
Koca: "Di meha dawîn de li Enqereyê rojane hejmara têkraya pêketinan 127, di hefteya dawîn de rojane hejmara têkraya pêketinan 155, di 3 rojên dawîn de 177 e."
Koca: "Di meha dawîn de li Stenbolê hejmara têkraya pêketinan a rojane 653, di hefteya dawîn de 620, di 3 rojên dawîn de jî 616 ye."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Di hejmara pêketinan a rojane de duh li gorî pêr 125 kêm bûbû. Îro jî rewş stabîl e."
Koca: "Hejmara nexweşên me yên nû rehetbûyî, ji hejmara nexweşên me yên nuha kêmtir e. Divê em bi tedbîran hejmara pêketinan û rîska wê kêm bikin."
Koca: "Di serdema pêşiya me de di warê giştî de em plana rewşeke weke sînordarkirina derketina derve nakin. Li Lijneya Zanistê nehat rojevê."
Koca ragihand ku Lijneya Zanistê pêşniyaza mecbûriyeta maskeyê li Stenbol, Enqere û Bursayê kiriye.
 
AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE