Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1192 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 187 hezar û 685an. 23 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 950yî.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 412 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 160 hezar û 240î.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên ku îro rehet bûn, ji hejmara pêketiyan 320 zêdetir e. Pêdivê em pabendiya xwe ya bo rênimayan zêdetir bikin."
AA