Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1315 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 190 hezar û 165an. 27 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 1an.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 315 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 162 hezar û 848an.
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Hejmara giştî ya testên me 3 milyon derbas kir. Hejmara nexweşên me yên rehetbûyî ji hejmara pêketiyên nû zêdetir e."