Kovîd-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1492 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawî

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li Komelgeha Bîlkentê ya Wezaretê piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê daxuyanî dan.

Wezîr Koca got, "Em di nava xweşbîniyeke de ne ku me serdema pir dijwar derbarê Kovîd-19ê, ku gelek tiştên derheqê wê de nedihatin zanîn, derbas kir. Em bi tedbîrên nû serdema ku dê hindiktir pêwîstî bi tedbîran hebe, amade dikin. Bikarnebirina maskeyê îhlala hiqûqa şesxî ye. Di xurtbûna berbelavbûna vîrusê de kêmbûnî çênebûye. Di warê wê yekê de ku bêjin hêza nexweşxistina vîrusê kêmbûye de jî di delîleke zanistî tune ye. Di şert û mercên heyî de mezinên me û kesên xwedan nexweşiyên kronîk, li hember vîrusê hê jî di koma rîskdaran de ne."

Daneyên pêketinên koronavîrusê

Wezîr Koca derbarê daneyên pêketinên koronavîrusê de  eşkere kir ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1492 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 191 hezar û 657an. 24 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 25an.

Koca herwiha anî ziman ku di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 386 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 164 hezar û 234an.

"Em dikarin bi asanî bêjin me pêla duyemîn nedîtiye"

Wezîrê Tendirustiyê Koca derbarê zêdebûna pêketiyên Kovîd-19ê got, "Em dikarin bi asanî bêjin me pêla duyemîn nedît. Em tesîrên pêla yekem dibînin. Li gorî pêştir barê nexweşxaneyên me kêm e. Rêjeya ketina beşa nexweşiya giran, entubebûn û wefata entubeyan her diçe kêm dibe. Têkraya temenê yên ku (ji ber Kovîd-19ê) wefat dikin zêde dibe. Beriya 16ê gulanê têkaya temenê wefatê 71 bû nuha bûye 74. Bila ciwanên me nekevin rehawetê. Ew jî hilgirên potansiyel in dibe ku nexweşiyê bibin mezinan û xwediyên nexweşên kronîk."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE