Kovîd-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 17 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan

Kovîd-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 987 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 174 hezar û 23yan. 17 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 763yan. Herwiha bi rehetbûna hezar û 21 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 147 hezar û 860î.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Di hejmara testan de em gihiştin 2,5 milyonan. Ji sedî 85ê pêketiyên heta nuha rehet bûn. Hejmara pêketiyên nû rehetbûyî û yên nû teşxîskirî nêzîkî hevdu ne. Vîrus hêza xwe ji xweşbîniya şaş distîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE