Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 992 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 214 hezar û 993yan.
Di 24 saetên dawîn de 20 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 402yan.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 49 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 196 hezar û 720an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê twîtterê got: "(Hejmara pêketinan) Dîsan em di bin hezarî de ne. Piştî 33 rojan cara yekê."
Wezîr Koca: "Hejmara pêketinên nû ku 11ê hezîranê 987 bû, adina rojê derketibû 1195an. Em nizain sibe dê çawa be, emê encamên tedbîran piştî 7 rojên din bibînin."
AA