Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 947 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 215 hezar û 940î.
Di 24 saetên dawîn de 17 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 419an.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 13 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 197 hezar û 733yan.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca: "Roja me ya 2yan a di bin 1000î de. Hejmara nexweşên me yên nû rehetbûyî, ji hejmara pêketinên nû zêdetir e."
Wezîr Koca: "Li Malatya, Trabzon, Kilîs, Yalova, Bayburt û Ardahanê ev 3 roje em rastî pnomoniyê nehatine. Daneyên nû yên pêketinan zêdebûna cidiyeta me nîşan dide."