Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1293 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 199 hezar û 906an. 16 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 131ên.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 302 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 173 hezar û 111an.
Wezîr Koca: "Hejmara pêketinên îro ji ya duh 81 kêmtir e, nêzîkî hejmara rehetbûyan e. Di kêmkirina pêketiyan de em xurt û bi tedbîr nîn in."
AA