Kovîd-19: Li Turkiyeyê de rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn a teşxîsa Kovîd-19ê dan 1192 kesan, 19 kes jiyana xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1192 kesan, 19 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 201 hezar û 98, jimara miriyan jî bû 5 hezar û 150.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê parve kir îro 52 hezar û 313 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1192 kesan. Di 24 saetên dawîn da 19 nexweşan wefat kir, 2 hezar û 311 kes baş bûn."

 Jimara testan bi tevahî bû 3 milyon û 433 hezar û 963, jimara waqieyan derket 201 hezar û 98an jimara wefatan jî derket 5 hezar û 150yî.

Jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da 1035, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 362, jimara başbûyiyan jî derket 175 hezar û 422.

- "Jimara testên me bi tevahî nêzî 3,5 milyonî bû"

Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der bar daneyên dawîn da got ku "Jimara testên me bi tevahî nêzî 3,5 milyonî bû. Jimara waqieyên me bi tevahî ji 200 hezarî derbas bû. Bajarên me yên ku jimara waqieyên wan ên nû biîstiqrar dikeve, bajarên bi serkeftina xwe va mînak in, Tekîrdag, Balikesîr, Samsun, Kirşehîr û Duzce ye. Em dikarin li hemû bajêran bi ser bikevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE