Kovîd-19: Li Turkiyeyê de rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 19 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê de rewşa dawî

i Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1148 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 9 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 46 hezar û 414 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 630 hezar û 480î.

Di 24 saetên dawîn de 1148 pêketî hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 205 hezar û 758an. 9 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan û hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 225an.

Herwiha di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 188 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 180 hezar û 680yî.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1127 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 392 ye.

- "Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de, bi dû pêketinên nû de ber bi zêdebûnê ve diçe"

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê daneyên dawîn got, "Di 3 rojên dawîn de wîlayetên ku herî zêde hejmara pêketiyan li wan zêde bûn; Stenbol, Enqere, Gazîentab, Konya, Bûrsa, Diyarbekir. Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de, bi dû pêketinên nû de ber bi zêdebûnê ve diçe. Tedbîrsitendin lazim e. Îro hejmara wefatan di asteke bêqîmet de nîn e."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Di 3 rojên dawîn de wîlayetên ku herî zêde hejmara pêketiyan li wan zêde bûn; Stenbol, Enqere, Gazîentab, Konya, Bûrsa, Diyarbekir."

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de, bi dû pêketinên nû de ber bi zêdebûnê ve diçe. Tedbîrsitendin lazim e. Îro hejmara wefatan di asteke berbiçav de ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE